15 February 2026 - 22:40
Jêbirina navê Filistînê ji nexşeyên dîrokî yên Îngilîstanê

Li gor rapora “Daily Telegraph”ê, birêveberiya mûzexaneya Brîtanya li Londonê ku komeke mezin ji berhemên kevnar ên cîhanê li xwe digire, li dû giliya van parêzeran ev kiryar kiriye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlî Beyt (S.X) - ABNA - Rojnameya "Daily Telegraph" di raportekê de diyar kir ku Îngilistanê navê Filistînê ji nexşeyên xwe yên dîrokî derxistiye.

Ev kiryar li ser daxwaza koma "Parêzerên Brîtanî ji bo Îsraîlê" hatiye kirin û bi vî awayî navê Filistînê ji nexşe û tabelayên beşa Rojhilata Navîn hatiye derxistin.

Li gor raporta “Daily Telegraph” birêveberiya mûzexaneya Brîtanya li Londonê ku komeke mezin ji berhemên kevnar ên cîhanê li xwe digire, piştî gilîkirina van parêzeran ev kiryar kiriye.

Berê di hin nexşe û panelên ravekirinê yên girêdayî Misrê kevnar û Fenîkîyan de, qeraxên rojhilatê Deryaya Navîn bi navê Filistîn dihatin nîşankirin û hin eşîran jî wekî "bi eslê xwe filistînî" dihatin binavkirin.

Jêbirina navê Filistînê ji nexşeyên dîrokî yên Îngilîstanê

......................

Dawiya peyamê

Tags
Palestine
Rojhilata Navîn
Îsraîl
England
Rejîma Siyonîst

Your Comment

You are replying to: .
captcha